Bilêt

← Bername

Arzela ji Amedê

Elif Yiğit / Johannes Paech, Tirkiye, 2025; 65 deqe; Zimanê orîjînal, bi binnivîsên Îngilîzî

Herêm: Bakûr

Wêneyek ji Arzela ji Amedê

Arzela rojnamevan û fîlmsazeke kurd e ku têkoşîna gelê Amedê ya ji bo mafên xwe û demokrasiyê bi kameraya xwe tomar dike. Beriya hilbijartinên sala 2024an, rewşa siyasî her diçe aloz dibe. Ev bûyer Arzelayê vedigerînin bîranînên rabirdûya wê û dîroka bajarê wê.

Fîlma Elif Yiğit bûyerên dorpêçkirina taxa Sûrê ya Amedê di sala 2016an de û hilbijartinên herêmî yên sala 2024an vedibêje.

Ev fîlm ji bo hemû wan kesan hatiye çêkirin ku ji ber hezkirina welat û çanda xwe, bi wêrekî, hêvî û biryardariyeke xurt li dijî zordestiya hikûmeta Tirkiyeyê têdikoşin û dev ji berxwedana xwe bernadin.

Dema lîstinê dane ji YouTube re tên şandin.