Kardeş Türküler ile 30 Yıl
Ev sê dehsal in ku koma muzîkê Kardeş Türküler dengên cuda û kevneşopiyên muzîkê yên gelên Anatoliyayê li hev dicivîne. Ev proje, ku di sala 1993an de li zanîngehê dest pê kir, bi demê re bû tevgerêke çandî ya tê de ziman, çand û çîrokên hatibûn jibîrkirin an bi zanebûn dabûn jibîrkirin, ji nû ve cihê xwe dîtin.
Ayşe Çetinbaş û Çayan Demirel bi riya wêne û tomarên arşîvê û hevpeyvînên bi kesên ku bi salan hevalbendên komê bûne, rêwîtiya muzîkî û siyasî ya Kardeş Türküler vedibêjin.
Bi vî awayî, fîlm dîroka jiyana bi hev re vedibêje û di heman demê de guhertinên civakî û siyasî yên van salan nîşan dide.
Di vê çîrokê de muzîk dibe zimanê bîranînan, berxwedanê û hêviya ku mirovên ji ziman û çandên cuda karibin bi hev re bijîn.