Di îlona sala 1988an de, Heyder û Meryem bi kurê xwe Mehmet Alî yê heft salî re ber bi Swîsreyê ve bi rê dikevin. Ew bi hêviya jiyaneke baştir hemû mal û milkê xwe difiroşin û zarokên xwe yên din li cem dapîr û bapîran dihêlin.
Rêwîtiya wan a dirêj û dijwar ji Stenbolê dest pê dike, di ser Napoliyê re derbas dibe û heta çiyayên Alp ên Swîsreyê didome. Di vê rêwîtiyê de ew rastî gelek zehmetî û xetereyan tên.
«Rêwîtiya Hêviyê» li ser bingeha çîrokeke rastîn hatiye çêkirin û trajediyeke ku li Swîsreyê qewimiye vedibêje. Fîlm nîşan dide ku dema dewlet bi qanûn û sînorên xwe mirovan ji civakê dûr dixe, hewl û alîkariya kesên dilsoz jî pir caran nikarin pêşiya trajediyan bigirin.
Vî fîlmê ku mixabin mijara wî heta îro jî girîngiya xwe ji dest nedaye, di sala 1991ê de xelata Oscarê wergirtiye. Ew yekemîn fîlma Swîsreyê bû ku bi vê xelatê hatibû xelatkirin.