Bilêt

← Bername

Kî me Ez?

Who am I?

Esin Akgül · Holanda, Tirkiye, 2026 · Belgefîlm, 66 deqîqe · Bi kurdî, bi binnivîsên îngilîzî

Herêm: Bakûr/Başûr/Rojava/Diaspora

Wêneyek ji Kî me Ez?

«Kî me Ez?» çîroka jiyana Cegerxwîn, yek ji dengên herî girîng ên edebiyata kurdî, vedibêje. Cegerxwîn di serdema Osmaniyan de, li gundê Hesarê, di nav şert û mercên dijwar de mezin dibe. Piştî ku dayik û bavê xwe ji dest dide, feqîrî û koçberiya bi zorê bandoreke kûr li jiyana wî dikin. Ev serpêhatî dibin bingeha helbestên wî û têkoşîna wî ya heta dawiya jiyanê.

Fîlm bi berhevkirina materyalên arşîvê, belgeyên dîrokî, wêne, bîranînên kesane yên malbata wî û gotinên hunermendan, bandora Cegerxwîn li ser edebiyat û civaka kurdî nîşan dide.

Belgefîlma Esin Akgül ronahiyê dixe ser serdemeke girîng a edebiyata kurdî û Cegerxwîn wek helbestvan, ramanwer û kesayetiyeke girîng a çandî û civakî dide nasîn. Ew di heman demê de nîşan dide ka Cegerxwîn çawa bûye şahid û dengê bîranînên civakî û çandî yên serdema xwe.