Fîlmçêkera ciwan Negin Ahmadi ji Îranê diçe Rojavayê Kurdistanê, da ku jiyana jinên şervan ên li dijî DAIŞê şer dikin, ji nêz ve bişopîne.
Ev jin kî ne ku xwe diavêjin nav van xetereyan û ji bo parastina rûmet û azadiya xwe bi çekan şer dikin? Negin Ahmadi di lêgerîna bersiva vê pirsê de, her carê ji nû ve li rastî pirseke din tê: Jinbûn tê çi wateyê?
Bi vî awayî, «Deriyê Xewnan» dibe wek rojnivîska kesane ya derhênerê. Fîlm hovîtiya şer û kêliyên taybet ên jiyana jinan bi hev re nîşan dide û li ser jinbûn, azadî û mafê jinan ê biryardana li ser jiyana xwe radiweste.
Ev fîlmekî siyasî, kûr û bandorker e, ku bi dîmenên taybet û serpêhatiyên rastîn, derfetê dide temaşevanan, da ku jiyana jinan û rastiya ew tê de dijîn, ji nêz ve nas bikin.