Li gundekî li Rojhilatê Kurdistanê, Xedîceya 78 salî bi dilsozî xwedî li mêrê xwe yê nexweş derdikeve. Di heman demê de, lênêrîna leglegeke birîndar jî dike, da ku ew sax bibe û karibe rêwîtiya xwe bidomîne. Ji aliyekî din ve, ew hewl dide keça xwe ji çûyîna Brîtanyayê vegerîne.
«Strana Baskên Çûkan» çîroka rêketin û xatirxwestinan vedibêje. Di navenda fîlmî de Xedîce heye; jineke ku bi biryardariya xwe ya bêwestan û dilovaniya xwe zû di dilê temaşevanan de cih digire.
Hemen Khaledi bi bûyerên ji nişka ve û guhertinên ku kes li bendê nîne, çîrokeke piralî û tijî hêvî pêşkêş dike. Fîlm bi awayekî hestyar û bandorker girêdana mirovan bi welat û malbata xwe re, hezkirin, dûrketin û hêviya jiyaneke nû nîşan dide.